Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Mon, 15 Feb 2010 04:54:00

Demîrtaş û Kişanak: Li pişt operasyonên binçavkirinê AKP heye

Mon, 15 Feb 2010 04:54:00
2.5 / 5 (2 Votes)
Hevserokên BDP'ê Salahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku operayonên li hemberî BDP'ê li gelek bajêran pêk hatî di demên darbeyên leşkeriyê de jî pêk nehatine û wiha gotin: "Divê hikûmet dest ji terora binçavkirinê berde û operasyonên provokatîf bi dawî bike.
Demîrtaş û Kişanak: Li pişt operasyonên binçavkirinê AKP heye
Hevserokên BDP'ê Salahattîn DemîrtaÅŸ û Gulten KiÅŸanak, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku operayonên li hemberî BDP'ê li gelek bajêran pêk hatî di demên darbeyên leÅŸkeriyê de jî pêk nehatine û wiha gotin: "Divê hikûmet dest ji terora binçavkirinê berde û operasyonên provokatîf bi dawî bike. Em bang dikin ku hevlên me ên hatine binçavkirin demildest bên berdan."

Hevserokên BDP'ê Salahattîn DemîrtaÅŸ û Gulten KiÅŸana, têkîldarî operasyonên li dijî BDP'ê pêk tên daxuyaniyeke nivîskî weÅŸandin. Di daxuyaiyê de hate diyarkirin operasyonên li dijî BDP'ê pêk tên demên darbeyan tînin bîra mirov. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji terora binçavkirinê berde û operasyonan bi dawî bike û hevalên me ên hatine binçavkirin demildest bên berdan. Her roj li hemberî rêxistinên me û malên rêveberên partiya me serdagirtinan pêk tînin, mirovên me binçav dikin û digirin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxsitin ku di operasyonên duh de 131 kes hatine binçavkirin û wiha hate gotin: "Di nav kesên hatine binçavkirin de endamên meclîsa partiya me, rêveberên meclîsa jin û ciwanên me, serokên rêxistinên navçeyên me û rêveberên me hene. Operasyonên di bin navê KCK'ê de tên kirin ne adîl in û ev operasyon ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên rêvebirin. Hinek aqilmendên AKP'ê û endamên MKYK'ê yên AKP'ê di kanalên televiyonan de digerin êrîÅŸên psîkolojîk didin meÅŸandin. AKP'ê li gorî xebatên xwe dadek pêk aniye û hêza van dadgehan li hemberî partiya me bê însaf bi kar tîne. Êdî hemû kes vê yekê dibîne û ev ne tiÅŸtekî nepenî û veÅŸartî ye."

'Divê bê zanîn ku dê qedera hikûmeta AKP'ê jî wekî yên din be'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev rêbazên zextan ên wekî binçavkirinê dê tu caran negihîjin armancê û ew kesên ku dixwazin bi van zextan gelê kurd biperçiqînin jî dê bi ser nekevin û wiha hat zêdekirin: "Hemû desthilatdariyên borî, xwestin ku bi van rêbazan gelê me têk bibin. Lê ew, li dijî berxwedana gelê me heliyan û tune bûn. Divê her kes zabine ku dê paÅŸiya AKP'ê jî heman wekî hikûmetên din be. Divê bê zanîn ku dê tu kes li dijî van zextan serî netewîne. Di pêvajoyeke wiha ya ku dixwazin hiqûqê bixin bin kontrola hikûmetê de, mafê gel heye ku li dijî van pêkanîna li ber xwe bidin. Di vê demê de, êrîÅŸ zêdetir bûne. Em jî bang li gelê xwe dikin da ku derkevin qadan û xwedî li îradeya xwe derkevin. Em dê vê Komploya Navneteweyî careke din mehkûm bikin û em ê li dijî vê terora dewletê bi giyaneke hevpar li ber xwe bidin. Em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û derkevin qadan."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.