Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Wed, 17 Feb 2010 03:03:00

Erdogan Heskîfa xwe ava dike!

Wed, 17 Feb 2010 03:03:00
3.5 / 5 (4 Votes)
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna partiya xwe de axivî û li hemberî daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP'ê Deniz Baykal ên der barê darizandinên li Deriya Sînor a Xebûrê, bertek nîşan da û got ku darizandina Xebûrê, wekî darizandina li Îmraliyê pêk hatiye.
Erdogan Heskîfa xwe ava dike!
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna partiya xwe de axivî û li hemberî daxuyaniyên Serokê GiÅŸtî yê CHP'ê Deniz Baykal ên der barê darizandinên li Deriya Sînor a Xebûrê, bertek nîÅŸan da û got ku darizandina Xebûrê, wekî darizandina li Îmraliyê pêk hatiye. Erdogan anî ziman ku wan, ji bo Bendava Ilisûyê ya ku dê Heskîfê di bin avê de bihêle jî pere peyda kiriye û wiha got: "Gelek derew hatin kirin. Hate gotin ku Heskîf dê di bin avê de bimîne. TiÅŸtek wiha tune ye. Ev bendav, projeya rizgarkirina Heskîfê ye. Çimkî em niha Heskîfeke nû ava dikin." Erdogan di daxuyaniyên xwe de dîsa zarok kirin hedef.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna partiya xwe de axivî û da zanîn ku wan ji bo lehiyên li Antalya û Edirneyê 'hemû derfetên xwe pêÅŸkêÅŸ kirine'. Erdogan bal kiÅŸan ser serdana wî ya Katarê û got ku ew tev li foruma 'DYA û cîhana îslamî' bûye. Erdogan wiha got: "Tirkiye û Katarê dîrok û erdnîgiriyeke parve kirine û di dema me de jî di nav her du welatan de têkiliyên dîrokî bi pêÅŸ ketine." Erdogan, pesnên peymanên aborî yên bi Katarê re çêkirîn da.

Erdogan dîsa xwe di GAP'ê werkir

Projeya Anatolyaya BaÅŸûrê Rojhilat (GAP) ku ev 20 sal in pêk nayê û hemû desthilatdarî di dema xwe de careke din pêÅŸkêÅŸî raya giÅŸtî ya Tirkiyeyê dike. AKP'ê jî GAP careke din girt rojeva xwe. Erdogan da xuyakirin ku ew, hefteya borî ji bo GAP'ê civiyane û vizyoneke nû dane projeyê. Erdogan wiha pê de çû: "Me di demeke kurt de pêÅŸketinên mezin pêk anî. Heke ku hûn ji Enqereyê dernekevin, nikarin xebatên GAP, DAP û DOP'ê bi rê ve bibin. Me xebatên avdanî û gihandinê lezgîntir kirine."

QaÅŸo 'Ilisû projeya rizgariya Heskîfê ye'

Erdogan, derbîrî ku Bendava Ilisuyê dê di qada enerjiyê de 3 milyar û 800 milyon kîlowat enerjiyê biafirîne û wan xebatên bendavê jî dane destpêkirin. Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Ev projeya me pir provake kirin. Gelek derew kirin. Bi rastî ev, projeya rizgarkirina Heskîfê ye. Çimkî em, Heskîfeke Nû ava dikin. Em dê hemû berhemên dîrokî bibin cihekî din. Ev ne pirsgirêkeke mezin e. Em dê Heskîfeke nû ya mezintir ava bikin."

Erdogan diyar kir ku wan li her derê gelek xebatan dane destpêkirin û wiha got: "Dema ku hûn ji Edirneyê bi rê bikevin, hûn ê heta Colemêrgê li her derê înÅŸatên nexweÅŸxane, edliye û qesrên çandê bibînin. Hûn dê bibînin enerjiyên bayê çawa dixebitin. Vê xebatê bi desthilatdariya AKP'ê dest pê kir."


'Çawa dadgeh li Îmraliyê çêbû wisa li Xabûrê jî çêbû'

Erdogan li ser nîqaÅŸên ku der barê hatina Komên AÅŸtiyê yên li ser banga Ocalan di Deriyê Xabûrê re hatîn sekinî û wiha got: "Îdiayên ku tên nîqaÅŸkirin derew û bêbingeh in. Baykal bi agahiyên ne rast tevdigere û dixwaze PêÅŸniyarpirsê der barê hikûmeta me de dide. PêÅŸniyarpirs jî li vî welatî bûn amûrê alîstinê. Dema di mijarekî de encamê negirin, dest pê dikin û pêÅŸniyarpirsê didin. Walîtiya Amedê serî li Dozgeriya Amedê daye ku ji ber ewlekariyê dozgeran biÅŸîne Xabûrê li wir îfadeyên kesên tên bên girtin. Ne tiÅŸtekî ku cara ewil e pêk tê. Doza Ergenekonê jî li Silivriyê bi vê minasebetê tê lidarxistin. Doza Abdullah Ocalan a li Îmraliyê hatiye dîtin jî mînakeke berbiçav e. Ma qey li Îmraliyê Avahiya Edliyeyê heye? Na ji ber ku hewcedarî heye pêk hatiye. Birêz Ahmet Turk jî û Birêz BeÅŸir Atalay jî dibêje me tiÅŸtekî wisa neaxiviye. Dozgeran daxuyanî da. Çima israr dikin?"

Serokwezîr dîsa zarokên kurd kirin hedef

Erdogan piÅŸtre çalakiyên ji bo 15'ê Sibatê hatine lidarxistin rexne kirin û dîsa zarok hedef girtin. Erdogan îdia kir ku zarok tên bikaranîn û wiha got: "Duh li hin bajaran çalakiyên 'provakatîf' pêk hatin. Hemû cîhan dizane ka çalakiyên demokratîk çawa pêk tên. Keviravêtin, molotofkirin û bi gefan dikan girtin ne çalakiyên demokratîk in. Bêwijdanî û bêpirsyarî ye ku zarok di çalakiyên neqanûnî de bên bikaranîn." Erdogan her wekîk daxuyaniyên xwe yên berê ku zarok hedef digirtin ji bîr kirine wiha got: "Zarok ji bo hesabên siyasî nayên qurbankirin. Xwîn ji piyê zarokekê me bê dilê me diêÅŸe. Ne karê wijdanê ye ku zarok êrîÅŸ derdorê bikin. Çima rewÅŸenbîr nerazîbûnê nîÅŸanî vê îstîsmarkirinê nadin."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :



Auteur : hersh
Commentaire: erdoxane bênamûs
sılav û rêz bo xebatkarên roj tv re bıborın ez gelek hêrs bome . kuro ev erdoğanê bênamûsê ku^rê ernevotıyan go xwarıye dê heskîfê bıbe cıhek din ma gelê kurd miriye emê bikotin diya wide ew turkên bênamûs dıxwazın dîroka

Auteur : mazlom dwgan
Commentaire: dwgan
az delil az hafalw dexazem karde


 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.