Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Fri, 19 Feb 2010 03:26:00

'Kesên ji bo zarokên kurdan dengê xwe dernaxin îro dikin hawar'

Fri, 19 Feb 2010 03:26:00
3.5 / 5 (3 Votes)
BDP'ê li Pirsûs û Geverê kongreyên xwe pêk anîn. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di Kongreya Pirsûsê de diyar kir ku Ocalan rastiyek Tirkiyeyê ye û got: "Ger ku Hikûmeta AKP'ê dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, gel bi helwesta xwe ya li dijî kompla 15'ê Sibatê riya çareseriyê nîşanî hikûmetê da
'Kesên ji bo zarokên kurdan dengê xwe dernaxin îro dikin hawar'
BDP'ê li Pirsûs û Geverê kongreyên xwe pêk anîn. Hevserokê BDP'ê Selahattîn DemîrtaÅŸ, di Kongreya Pirsûsê de diyar kir ku Ocalan rastiyek Tirkiyeyê ye û got: "Ger ku Hikûmeta AKP'ê dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, gel bi helwesta xwe ya li dijî kompla 15'ê Sibatê riya çareseriyê nîÅŸanî hikûmetê da." DemîrtaÅŸ, HSYK jî rexne kir û anî ziman ku DaniÅŸtay, Dadgeha Bilind û Wezîrê Dadê ku dengê xwe ji bo girtina zarokan dernaxe îro hawara wan e.

Hevserokên BDP'ê Selahattîn DemîrtaÅŸ û Gulten KiÅŸanak, piÅŸtî hatin hilbijartin û ÅŸûnde, li Navçeya Pirsûs a Rihayê bi gel re hatin cem hev. Hevserokên BDP'ê DemîrtaÅŸ û KiÅŸanak, li Bajaroka Elîgor a Pirsûsê ji aliyê heyat BDP'ê ku ji endam û rêveberên BDP'ê pêk dihat hatin pêÅŸwazîkirin. PiÅŸtre Heyeta BDP'ê bi konvoyek mezin ji Bajaroka Elîgor çûn Pirsûsê û li Pirsûsê jî ji aliyê sedan kesî ve hatin pêÅŸwazîkirin, Åžaredariya Pirsûsê ziyaret kirin. KiÅŸanak di ziyaretê de girtina Åžaredarê Pirsûsê Etem Åžahîn ÅŸermezar kir. KiÅŸanak, diyar kir ku operasyona li dijî BDP'ê li dijî vîna gel e û gel dê bi têkoÅŸîn û rêxistinkirina xwe bersîvê bide van operasyonan.

Hevserokên BDP'ê DemîrtaÅŸ û KiÅŸanak, piÅŸtî ziyareta Åžaredariyê beÅŸdarî 1'emîn Kongreya BDP'ê ya Navçeya Pirsûsê bû. KiÅŸanak û DemîrtaÅŸ, li gel sedan kesî heta Salona Dawetê ya Awesta ku kongre lê pêk hat meÅŸiyan. Di meÅŸê de komê bê navber dirûÅŸmeyên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" "DeÅŸta Pirsûsê hêlîna Apociyan e", "Be Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwin em te ra ey Serok" û "Åžehît namirin" berz kirin. Li salona dawetê ku kongre lê pêk hat panqarta wêneyên ÅŸaredaran hatine girtin û "An aÅŸtiyek bi rûmet, an jî berxwedanek bi hiÅŸmet" hatin daliqandin.

'Ji bo azadiya Ocalan herî zêde dê Riha têbikoÅŸe'

PiÅŸtî hevserokên BDP'ê ketin salonê, kongreyê bi peyama Serokên Rêxistina BDP'ê yên Pirsus û WêranÅŸarê dest pê kir. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, di kongreyê de axivî û diyar kir ku 15'ê Sibatê di dîroka kurdan de wekî pîneyekî reÅŸ e. Bînîcî da zanîn ku Riha welatê Ocalan e û divê Riha ji bo azadiya Ocalan zêtedir têbikoÅŸin.

'Îradeya gelê kurd nakeve nav 4 diwaran'

DemirtaÅŸ jî axaftinek kurt kir. DemirtaÅŸ, bi bîranîna Mahsun Karaoglan û Mustafa Dag ên ku di 4'ê Nîsanê de li Gundê Amarayê ya Rihayê hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Selahattin DemirtaÅŸ, da zanîn ku tu kes nikara îradeya gelê kurd di nav 4 diwaran de bi cih bike û wiha got: "Bi sed salan e ku vî gelê êÅŸên mezin dikiÅŸîne. Li ser axa xwe, nikare nefes bigire. Ocalan jî rastiyeke Tirkiyeyê ye. Heke ku hikûmet dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike divê xwestekên gelê kurd qebûl bike."

'Dê AKP tabelaya xwe bigire û ji vê axê biçe'

DemirtaÅŸ, li ser bûyerên li Erzînganê qewimîn jî rawestiya û got ku ew HSYK, DaniÅŸtay, Dadgeha Bildin û Wezîrê Dadê yên ku li dijî pêkanînên dozgeran ên li dijî zarok û siyasetmedarên kurd li ber çavan nagirin, dema mijar dibe dozgerê wan qiyametê radikin. DemirtaÅŸ wiha got: "Em vê bûyerê wekî skandalekê dinirxînin. Divê ku van dozgerên xwedî hiÅŸmendiya darbeyan û Dadgeha Rizgariyê ya ku Åžêx Seîd dar ve kir in."

Di encama hilbijartinê de Albulkadir Ercan wekî Serokê BDP'a Pirsûsê hat hilbijartin.

Kongreya BDP'a Geverê pêk hat

Kongreya BDP'a Geverê jî li avahiya rêxistina navçeyê pêk hat. Parlamenterê BDP'ê yê Colemergê Hamit Geylani, ÅŸaredarên Åžemzînan, Gever, Çelê, Bajêrgeh, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes tev li kongreyê bûn. Serokê BDP'a Geverê Vahit Åžahinoglu di kongreyê de axaftinek kurt kir ku destnîÅŸan kir ku ew dê ji vê û piÅŸtre jî di xizmeta gelê xwe de be. Hamit Geylani jî derbirî ku kurdan sekna xwe di 15'ê Sibatê de nîÅŸan daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê kurd evîndarê azadiyê ye û ev 30 sal e jî bedêla evîndariya xwe dide."

PiÅŸtî kongreyê Husnu Bulgan wekî Serokê BDP'a Geverê hat hilbijartin. Rêveberiya BDP'a Geverê ya nû wiha ye: Siddik Çobanoglu, Metin YaÅŸar, Nurcan YaÅŸar, Hatice OzÅŸener, Cemil Bor û Erol Aydin.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.