 Demirtaş: Divê komkujiya darazê ya li herêmê bê dîtin |
|
Hevserokên BDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ û Gultan KiÅŸanak çûn serdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Yuksel Genç. DemirtaÅŸ diyar kir ku heke behsa siyasîbûna darazê dikin, bila komkujiya darazê ya li herêmê jî bibînin. DemirtaÅŸ wiha got: "Bi girtina dozgerekî dibêjin ku daraz siyasî bûye. Niha 9 ÅŸaredar, hezar û 500 siyasetmedar girtî ne û ev jî ji aliyê dozgeran ve hatiye kirin. Gelo li herêmê daraz siyasî nebûye?"
Hevserokên BDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ û Gultan KiÅŸanak, çûn serdana Hevseroka KCD'ê Yuksel Genç. Hat hînbûn ku ev serdan bi armanca ÅŸermezarkirina girtina Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle pêk hatiye. DemirtaÅŸ di serdanê de axivî û got ku KCD ji bo Rojhilata Navîn, rêxistinbûneke girîng e û ew dê heta ji destê wan bê, piÅŸtgiriyê bidin KCD'ê. PiÅŸtre Yuksel Genç axivî û derbirî ku KCD, di demokratîkbûyîna herêmê û çareserkirina pirsgirêka kurd de platformeke girîng e û xwedî rol û mîsyoneke mezin e. Genç da zanîn ku ew hê jî bi biryar in û Hatip Dicle jî ji ber hewldanên wî yên ji bo aÅŸtiyê hatiye girtin. Genç, Hevserokan ji bo Konferansa Navneteweyî ya ku di rojên pêÅŸ de pêk bê jî vexwend.
'Heke behsa siyasîbûna darazê dikin, divê komkujiya darazê ya li herêmê jî bê dîtin'
DemirtaÅŸ daxuyand ku divê her kes rewÅŸa xwe binirxîne û wiha got: "Heke behsa siyasîbûna darazê dikin, bila komkujiya darazê ya li herêmê jî bibînin. Em HSYK'ê wekî saziyeke polîtîk dibînin û dixwazin ku bê feshkirin. Divê ku dadger û dozger di nav xwe de hilbijartinên demokratîk bikin û rêveberiya xwe diyar bikin. Dîsa divê ku ew dadgehên ku bi xala 250'yemîn hatine rayedarkirin jî ji holê bên rakirin. Bi girtina dozgerekî dibêjin ku daraz siyasî bûye. Niha 9 ÅŸaredar, hezar û 500 siyasetmedar girtî ne û ev jî ji aliyê dozgeran ve hatiye kirin. Gelo li herêmê daraz siyasî nebûye?"
'Em bi qasî BaÅŸbug û HSYK'ê siyasetê nakin!'
Hevserokê BDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ da xuya kirin ku ew bi salan e behsa serdestiya leÅŸkeran dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev bi salan e em behsa weraseta leÅŸkerî dikin. Dema ku me digot, hin kes bi ser me de diqîriyan. Lê em niha dibînin ku heman kes vê weraseta leÅŸkerî qebûl dikin. Dîsa me demeke behsa weraseta darazê jî dikir. Dîsa hin kesan li ser serê me qiyamet radikir. Lê em îro hatin heman tiÅŸtî. Niha weraseta darazê hat rojevê. Em siyasetmedar in. Lê dîsa jî em nikarin bi qasî siyasetmedarê navdar Îlker BaÅŸbug siyasetê bikin. Em siyasetmedar in lê em nikarin bi qasî HSYK'ê siyasetê bikin. Divê ku êdî makeqanûneke sivîl bê amadekirin."
'AKP ji bo ku xwe bide girtine çi ji destê wê tê, dike'
DemirtaÅŸ bal kiÅŸand ku Tirkiye ber bi hilbijartinên zû ve diçe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di pêvajoya doza girtina DTP'ê de me got ku bila hin guhertin bên kirin û rê li ber girtina partiyan bê girtin. Lê AKP bi wêrekî nêzîkê vê yekê nebû. Lê îro dewran guherî. Niha jî behsa girtina AKP'ê tê kirin. Gelo AKP vê yekê dixwaze yan naxwaze? Wekî ku tê bîra we jî, di wê pêvajoyê de hin kesên wekî Cemil Çiçek û Burhan Kuzu, digotin ku 'DTP ji bo bê girtin, çi ji destê wê tê, dike'. Lê îro jî em hema tiÅŸt ji bo wan dibêjin. Divê ku êdî hin gavên wêrek biavêje. Ev hikûmet tenê krîzan diafirîne. Lê divê ku hin caran çareserî jî bên afirandin. Hilbijartinên zû jî ne zêde dûr in. Em ji bo her tiÅŸtî amade ne."
|
|