 TUSÎAD: Divê dewlet bi hemwelatiyê xwe yên kurd û elewî re li hev were |
|
Lijneya Rêveberiya TUSÎAD'ê cara yekem civîneke çapemeniyê li dar xist. Seroka GiÅŸtî ya TUSÎAD'ê Umit Boyner, der barê 2 salên pêÅŸ de jî nirxandinan kir û xwest pergaleke nû ya parlamenteriyê bê avakirin û qanûna hilbijartinê jî bê guherandin.
Komaleya Karmend û PîÅŸesazan a Tirkiyeyê (TUSÎAD) li Otela The Marmarayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Seroka GiÅŸtî ya TUSÎAD'ê Umit Boyner, derbirî ku ew dê rêveberiyeke zelal bin û ji bo krîza aborî ya cîhanê jî mekanîzmayên kontrol kirina gerdûnî pêÅŸniyar kir. Umit Boyner, da zanîn ku heta niha li Tirkiyeyê gelek krîzên aborî pêk hatine û Tirkiye jî di vê mijarê de bi tecrubeye. Boyner wiha got: "Ji ber ku derfetên fînansmanê pir kêm in, dê aboriya cîhanê nikaribe mezintir bibe. Ev tiÅŸt ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) jî wiha ye.
'Divê makezagona 1982'an bê guhertin'
Boyner, daxuyand ku wan ji bo xebatmên demokratikbûnê dest bi xebata raporekê kirine û wiha got: "Divê berî her tiÅŸtî li ÅŸûna makezagona sala 1982'an a darbeyan divê makezagonek nû bê sazkirin. Divê makezagonek demokratîk û her kesî dixe nava xwe saz bibe.Divê berê her tiÅŸtî zagona partiyên siyasî bê guhertin. Bendava ji sedî 10'an dakeve xwar. Ji bo partiyên siyasî ji serdestiyê rizgar bibe divê zagona partiyên siyasî bê guhertin. Ev pirsgirêk taloqî sala 2015'an nabe." Boyner, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan rexne kir û da zanîn ku demokrasî bi bendava ji sedî 20 pêk nayê. Boyner, wiha dom kir: "Divê dewlet bi welatiyên kurd û elewî re li hev bê. Divê dewlet bêyî cudatiyê têxe nava welatiyan ji her kesî re xizmetê bike."
'Divê Tirkiye li ser rojeva aboriyê raweste'
Boyner, destnîÅŸan kir ku welatekî lê aramî tune be pêÅŸketina aboriyê jî pêÅŸ nakeve. Boyner, da zanîn ku ji bo aboriya TirkiyeyêpêÅŸ bikeve divê berî her tiÅŸtî arami pêÅŸ bikeve.
|
|