Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Sun, 21 Feb 2010 04:44:00

Kurd bi nakokiyên mezin ber bi hilbijartina Iraqê ve diçin

Sun, 21 Feb 2010 04:44:00
0 / 5 (1 Votes)
Di hilbijartina ji bo Parlamentoya Iraqê de, kurd bi gelek lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê. Çavdêrên siyasî ji hev dûrketina kurdan nirxand û gotin ku kurd ligel nakokiyên mezin ber bi hilbijartinê ve diçin.
Kurd bi nakokiyên mezin ber bi hilbijartina Iraqê ve diçin
Di hilbijartina ji bo Parlamentoya Iraqê de, kurd bi gelek lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê. Çavdêrên siyasî ji hev dûrketina kurdan nirxand û gotin ku kurd ligel nakokiyên mezin ber bi hilbijartinê ve diçin. Her wiha Celal Talabanî wekî namzetê hemû lîsteyên kurd li ber kursiya Serokomariyê nîn e.

Hemû aliyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê wekî pirseka herî giring û fersenda çareseriyê li hilbijartina 7'ê adarê ya Parlamentoya Iraqê dinêrin. Ji ber vê yekê jî tê texmînkirin ku Herêma Kurdistanê di navbera 4 lîsteyan de bi reqabeteke tûj re rûbirû bimîne. Helbet ev reqabet ji bi taybetî ji bo bidestxistina van 41 kursiyên parlamenteriyê ku ji bo her 3 bajêrên Herêma Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hatine diyarkirin. Her wiha li herêmên kurdniÅŸîn jî yên wek Kerkûk, Diyala, Mûsil û Selahedînê (Tikrît) jî ji bo bidestxistina 47 kursiyan 3 lîsteyên kurdan di nava reqabeteke tuj dene. Dema rewÅŸa kurdên ku li Bexdayê niÅŸtecihin jî li ber çavan bên girtin, asta nakokiyan xwe pirtir dide der.

4 lîsteyên sereke yên reqabetê dikin

Ev 4 lîsteyên kurdan ku tê texmînkrin piraniya kursiyên parlamenteriyê yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bi dest bixin, ev in: "Lîsteya Hawpeymaniya Kurdistan ku ligel PDK û YNK'ê 11 partiyên din tê de cih digrin, Lîsteya Goran a NoÅŸîrwan Mistefa, Lîsta Yekgirtû Îslamî Kurdistan a Selahedîn Mihemed Bihadîn û Lîsteya Komelî Îslamî Kurdistan a Alî Bapîr."

RewÅŸa Zêbarî û Herkiyan

Ji bilî van 4 lîsteyan li parêzgeha Mûsilê jî herdû eÅŸîrên mezin ên kurdan Zêbarî û Herkî jî beÅŸdarî Lîsteya Alî Iraqiye ya Ayad Alawî ku alîkarê niha yê Serokomarê Iraqê Tarîq Al HaÅŸmî û Baasiyan re ne û alîkariya sûniyên ereb dikin. Her wiha li Kerkûkê ji bilî vê rewÅŸê 4 lîsteyên din ên kurdan hene.

Lîsteya Hevpeman dê li xwe kêm bike

Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî di hilbijartina sala 2005'an a Parlamentoya Iraqê de ku ji 275 kursiyan pêk tê, encax 53 kursî bi dest xistibûn. Li gorî texmînên tên kirin Lîsteya Hevpeymanî ya Kurdistanê ji ber belavbûna siyasî ya kurdan vê carê dê nikaribe ev qas kursiyan jî bi dest bixe.

Lîstiye Goran hevrika Lîsteya Hevpeyman a Kurdistanê ye

Listeya ku tê texmînkirin dê rikberiyeke mezin bi Lîsteya Hevpeyman a Kurdistanê re bike, Lîsteya Goran e. Lîsteya Goran di hilbijartina 25'ê tîrmeha 2009'an de ji bo parlamentoya Herêma Kurdistanê rêjeya ji sedî 25'ê dengên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dest xist û di vê hilbijartinê de jî wekî hevrika herî xurt a Lîsteya Hevpeyman a Kurdistanê ye. Sekreterê GiÅŸtî yê YNK'ê yê berê NoÅŸîrvan Mistefa serkêÅŸiya Lîsteya Goran dike. Lîsteya Goran cara yekemîn e ku beÅŸdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dibe.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.