Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Mon, 22 Feb 2010 03:58:00

Li gorî Aslanê AKP'î binçavkirina şaredaran tê mezinkirin!

Mon, 22 Feb 2010 03:58:00
2.5 / 5 (2 Votes)
Piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Gund û Çandiniyê Mehdî Eker ên der barê BDP'iyên hatine girtin de ên wekî; "Ji kelepçeyan re şikûr bikin", vê carê jî Parlementerê AKP'ê yê Amedê Îhsan Aslan jî ji bo şaredarên BDP'î yên hatine girtin wiha got: "Girtina çend şaredaran gelek mezin dikin.
Li gorî Aslanê AKP'î binçavkirina şaredaran tê mezinkirin!
PiÅŸtî daxuyaniyên Wezîrê Karên Gund û Çandiniyê Mehdî Eker ên der barê BDP'iyên hatine girtin de ên wekî; "Ji kelepçeyan re ÅŸikûr bikin", vê carê jî Parlementerê AKP'ê yê Amedê Îhsan Aslan jî ji bo ÅŸaredarên BDP'î yên hatine girtin wiha got: "Girtina çend ÅŸaredaran gelek mezin dikin." Cîgirê Serokê GiÅŸtî yê AKP'ê Salih Kapusuz ji girtina zarokên kurd ên mexdûrên TMK'ê ne jî 'saziyên cuda' ên ku navê wan neda berpirsyar girtin. Kapusuz pirsa der barê Xwedî û Midûrê Karê Nivîsan Vedat KurÅŸunê ku 525 sal ceza jê re tê xwestin jî bi bersiveke glover bersivand.

Cîgirê Serokê GiÅŸtî yê AKP'ê Salih Kapusuz û Parlementerê AKP'ê yê Amedê Îhsan Aslan li Amedê li Cemiyeta Rojnamegerên BaÅŸûrêrojhilat bi rojnamegeran re taÅŸtê xwar û pirsên rojnamegeran bersivandin. Aslan got ku civak bi rikberî û dubendiyeke kûr re rû bi rû ye. Aslan îdia kir ku 'PêÅŸîlêvekirina Demokratîk' ku ya ji aliyê partiya wan ve hatiye destpêkirin herî zêde ji aliyê gelê Amedê ve hatiye fêmkirin. Aslan wiha pesnên kirinên xwe da: "Berê ji bo ku em biçin Pasûrê em di 14 noqteyên kontrolê re derbas dibûn. Dîsa cinayetên kiryar nediyar li bîra me ne. Berê kurdî jî qedexe bû. Lê em bi kêfxweÅŸî dibînin ku desthilatdariya me ve qedexe bi dawî kir."

Cîgirê Serokê GiÅŸtî yê AKP'ê Salih Kapusuz jî îdia kir ku ew ji bo ku wijdana civakê temsîl bikin derketine ser rê. Kapusuz got li Tirkiyeyê pirsgirêkên gelek cidî hene û diyar kir ku yek ji van pirsgirêkan jî guhertina Zagona Bingehîn e û îdia kir ku ew ê Zagona Bingehîn biguherînin. Kapusuz daxuyaniyên muxalefetê yên der barê darazê de rexne kirin û got ew ê li ser riya xwe bi israr bimeÅŸin. Kapusuz der barê 'cezakirin û girtina zarokan de' jî axivî û pirsên rojnamegeran ên der barê mijarên; "Girtina ÅŸaredarên BDP'î" û "Operasyonên di bin navê KCK'ê de tên meÅŸandin" de bersivandin.

QaÅŸo girtina zarokan karê saziyên eleqedar e!

Kapusuz der barê pirsên zarokên di çarçoveya Qanûna TêkoÅŸîna bi Terorê de tên darizandin û bi cezayên giran tên cezakirin de jî axivî û îdia kir ku ew hewl didin ku qanûnên der barê darizandina 'zarokên bi wan sûc tê kirin' de biguherînin. Kapusuz îdia kir ku hin hêzên nepenî zarokan istismar dikin û bê wan didin sûc û got ew ê hin sererastkirinên qanûnî pêk bînin. Kapusuz her wekî tu caran mudaxeleyî hiqûqê nehatiye kirin wiha got: "Em nikarin mudaxeleyî bûyerên zarokan ên ku gihiÅŸtine darazê kini. Çimkî ew tê nepixandin û dikeve rojeva Tirkiyeyê. Ji rewÅŸa zarokan saziyên xwedî raye û têkildar berpirsyar in."

Kapusuz jî Eker piÅŸtrast kir

Kapusuz di berdevama axaftina xwe de, daxuyaniyên Wezîrê Karên Gund û Çandiniyê Mehdî Eker ku beriya niha li Amedê gotibû; "Berê li nava kolana însan dihatin kuÅŸtin. Tu kesê dengê xwe dernedixist. Niha hesaba kelepçeyan dipirsin" piÅŸtrast kirin û wiha got: "Divê hemû kes li gorî ÅŸert û mercan tevbigere. ÅžaÅŸtiyên berê li herêmê hatine kirin em dizanin. ÅžaÅŸtiyên hatine kirin gelek kêm bûne. Bûyereke wekî Xaburê hate jiyîn. Lê AKP hate sûcdarkirin. Kesên sûc kirine dê cezayê xwe bikiÅŸînin. Ligel van hemûyan tiÅŸtên hatine kirin dibe ku ÅŸaÅŸ jî bin. Em nabêjin ku em tu caran ÅŸaÅŸtiyan nakin. Kêmasiyêm me jî hene. Serdozgerê Komarê dibêje ew li ser Xabûrê lêkolînê dike. Ji bo ku AKP'ê ceza bikin lêkolînê dikin."

Ji bersivandina pirsa der barê Vedat KurÅŸun de reviya

Kapusuz bersiva pirsa têkîldarî Xwediyê Rojnameya Azadiya Welat Vedat KurÅŸun ku 525 sal ceza jê re tê xwestin jî wiha da: "Em ji van pirsgirêkan narevin. Ji bo rastkirina vê yekê çi ji destê me bê em ê bikin. Dibêjin desthiladarî bê qeyd û ÅŸert a gel e. Lê ev rastî bi Makezagona 1982'yan, veguheriye parçebûn û dubendiya di navbera sazî û dezgehan de. Nêzî 3 hezar zarok tên darizandin. Ji bo ku piÅŸtgiriyekê bidin darizandina zarokan em dê peywirên xwe bi cih bînin."

Li gorî wan girtina ÅŸaredarên BDP'î tê nepixandin!

Pirsa der barê girtina ÅŸaredar û gelek siyasetmedarên kurd di bin navê 'Operasyona KCK'ê' de jî ji aliyê Parlementerê AKP'ê yê Amedê Îhsan Aslan ve hate bersivandin. Aslan, îdia kir ku girtina ÅŸaredar û siyasetmedaran gelek tê mezinkirin û wiha got: "Heke kesên hatî di Xabûrê re rehete derbas bibin, ev yek tiÅŸtekî gelek mezin e. Gavên wisa yên wêrek nayên ditîn. Lê girtina hin ÅŸaredarên ku hêj dosyayên wan jî nayên zanîn bi awayekî dijwar tê lepirsîn û protestokirin. Kesên gel hilbijartîn bêsebeb nayên girtin. Li Tirkiyeyê paÅŸayên teqawîtbûyî û serdozger jî ber sûcên kirîn tên darizandin. Girtina ÅŸaredaran a ji ber karên neqanûnî, gelek tê nepixandin."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.