Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Mon, 22 Feb 2010 04:01:00

PÇDK'ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartina Iraqê aşkera kir

Mon, 22 Feb 2010 04:01:00
2.5 / 5 (2 Votes)
PÇDK'ê helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinên Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir û da zanîn ku ew wekî PÇDK dê piştgiriyê bidin kesên demokrat û nîştimanperwer.
PÇDK'ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartina Iraqê aşkera kir
PÇDK'ê helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinên Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aÅŸkera kir û da zanîn ku ew wekî PÇDK dê piÅŸtgiriyê bidin kesên demokrat û nîÅŸtimanperwer.

Partiya Çareseriya Demokratîk der barê beÅŸdarbûna hilbijartinê Iraqê de li Hewlêrê li Otêla Çarçira daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Cîgira Serokê PÇDK'ê Necîbe Omer ve hate dayîn. Necîbe Omer di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ji bo lîsteke neteweyî ya kurdan amade bûn û wiha berdewam kir: "Ji ber ku lîsteyek hevbeÅŸ ya kurdan tune ye, me biryar da ku em dengên xwe li parêzgehê bidin kesayetên demokrat û nîÅŸtîmanperwer. Ew kesên ku me bi wan re li hev kiriye, piranî kesên demokrat in. Her çendî di nava lîsteyên cuda de bin jî, lê dîsa jî dengê xwe ne dane tu partiyan. Em xwedî hejmareke baÅŸ ya dengan in. Bi girtina lîsteya Hîwa re dengên me zêdetir bûn. Ji ber vê yekê em dixwazin ku hemû dengên me ji bo demokrasiyê bên bikaranîn. Em dengên xwe didin kesayetên demokrat."

'Åžertên me ji wan namzetan hene'

Her wiha Necîbe Omer bal kiÅŸand li ser mercên PÇDK'ê yên ji bo hilbijartinê û wiha got: "Åžertên ku me dane pêÅŸiya wan kesayetan hemû girêdayî pêkanîna demokrasî û azadiya jinê li Herêma Kurdistan û Iraqê ne. Her wiha mijarên wekî; çareserkirina kêÅŸeya Kerkûkê, rakirina kedxwariyê, bihêzkirin azadiya ramanê û zêdetir ji gel re maf bên dayîn, jî daxwazên me yên sereke ne."

Di berdewama daxuyaniyê de navê kesên ku PÇDK'ê bi wan re li hev kiriye hatin aÅŸkerakirin. Kesên ku PÇDK piÅŸtgiriya wan dike ev in: Li Kerkûkê endamê Hizbî ZehmetkêÅŸanî Kurdistanê Behmen Hisên, li Hewlêr; ji Lîsteya Goran; Mehdî Kawanî, li Silêmaniyê jî Endamê Hizbî Zehmet kêÅŸanî Kurdistan; Celal Debax, li Musil ji Lîsteya Hewpemanî Kurdistan; Heyat Muhemed, li Dihok jî ji lîsteya Goran Hecî Mustefa Rêkanî, li Diyalayê Lîsteya Hewpemanî Kurdistan Azad Hemîd û li Salahadînê jî Saman Åžukur.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.