Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Tue, 23 Feb 2010 05:19:00

'Operasyon li hemberî pergala jinê pêk hat'

Tue, 23 Feb 2010 05:19:00
0 / 5 (1 Votes)
Delegeyên ku tevlî 1'emîn Konferansa Jinan a Ekolojîk û Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê bûn der barê konferansê de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan di konferansê de bal kişand ser operasyona 14'ê nîsanê. Jinan, diyar kir ku operasyon ji bilî li hemberî DTP'ê û BDP'ê wêdetir, li dijî pergala jinê pêk hatiye.
Delegeyên ku tevlî 1'emîn Konferansa Jinan a Ekolojîk û Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê bûn der barê konferansê de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan di konferansê de bal kiÅŸand ser operasyona 14'ê nîsanê. Jinan, diyar kir ku operasyon ji bilî li hemberî DTP'ê û BDP'ê wêdetir, li dijî pergala jinê pêk hatiye.

1'emîn Konferansa Jinan a Ekolojîk û Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê li Navenda Çanda Mitanniyê ya Nisêbînê bi dirûÅŸma 'Em xwe bi zanebûna jina azad bi rêxistin bikin, bi hesasiyeta jinê Rêveberiyên Herêmî yên Azad û Demokratîk ava bikin' hate lidarxistin. Ji her çar aliyê Tirkiyeyê jin tevlî konferansê bûn. Jinan bi tevlêbûna xwe carek din hêza xwe ya têkoÅŸînê nîÅŸanda. Endama Lijneya Rêveberiya Navendê ya BDP'ê Fîlîz Koçalî, Åžaredara Nisêbînê AyÅŸe Gokkan, Åžaredara Baglara Amedê Yuksel Baran, Berdevka Meclîsa Jinan a BDT'ê Fatma KaÅŸan û Endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Yildiz AktaÅŸ, nêrînên xwe vegot.

Lêgerînê zêde dike

Åžaredara Nisebînê AyÅŸe Gokkan, bal kiÅŸand ser atmosfera konferansê û diyar kir ku li hemû bajaran jin herikin û hatin Nisebînê. Gokkan, destnîÅŸan kir ku ev tiÅŸt bi serê xwe serkeftineke pir mezin e û nêzî 250 delege ji çar aliyên Tirkiyê û bajarên herêmê hatin, ev tiÅŸt girîngiyê dide xuya kirin û wiha got: "Di atmosfera konferansê de jin gelek bi fikar bûn û bi lêger bûn. Di nav hemû astengiyên serdestiya dewletê de jinên kurd gelek tiÅŸt bi destxist. Mînakên wekî jin bû endamên meclîsên ÅŸaredariyan, endamên giÅŸtî yên bajaran û bûn ÅŸaredar. Ev tiÅŸt lêgerîneke hîn zêdetir dike. Li Tirkiyeyê desthilatarî heye. Wexta jin bikevin rêveberiyan, legerinek destpê dike û ser modelek çawa bê afirandin hûrbûnek çêdibe."

Modela nû nîqaÅŸ dike

Gokkan, destnîÅŸan kir ku di vê konferansê de atmosfera herî girîng xwehîskirina jinê ye. Gokkan, da zanîn li hemberî jinan tasfiye û êrîÅŸ pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di konferansê de jinan jî anî ziman 'pêÅŸî li jinan bixin'. Jin di hemû ÅŸoreÅŸan de, di desthilatariyan de û demên demokratîk de cihên girîn de cih girt. Ji bo van jinan jî hate gotin ku heke, ji bo ku tu serdestiyê di destê xwe de bigiri divê yekemcar jinê bixe. Jin li herêman, di nav rêberî, gel de nasnameya civakê çawa derxe holê û wê nîqaÅŸê berfireh dike. Konferans bi wî rengî bimeÅŸe û jin li benda modeleke nû ye. Ev model dê desthilatariyê ji holê rake. Ji bo wê ji konferans gelek girîng e."

Gokkan, da zanîn ku hemû delege bi coÅŸin û ji bo pêÅŸerojê nîqaÅŸên berfireh pêk tînin. Gokkan, got ku dê jin çawa serkeftinê bi dest bixe, li hemberî êrîÅŸ û tasfiyeyê sekneke çava pêk bîne dinîrxine û wiha dom kir: "Jin li gel pirsgirêkên xwe ji bo çareseriya pirgirêka kurd dê çibike nîqaÅŸ dike. Ne tenê ji bo jinên kurd ji bo jinên Tirkiyeyê jî rêxistineke hevpar hewceye."

NîÅŸaneya serkeftinê

Fîlîz Koçalî, jî bal kiÅŸand ser operasyona 14'ê Nîsanê û diyar kir ku operasyon bi zanebûn pêk hat. Koçalî, got ku BDP'ê bi riya rêveberiyên herêmî daxwaz dike ku li dijî pergala heyî Modela Civakeke Demokratîk, Ekolojîk û Cinsiyeteke Azad bi afirîne û wiha dom kir: "Bi operasyona 14'ê Nîsanê rêvberiyên herêmî û jin hedef hatin girtin. Li gorî min xebatên jinên kurd li cîhanê nîne û dê hemû kesan re bibe mînak. Ev delegasyon nîÅŸaneya serkeftineyê. Li her herêmî jin, dayik, xwendekar, jinên xwendî û nexwendî tevlî konferansê bûn. Hemû jin li konferansê tecrûbeyên xwe parvedikin. Her wiha xebatên rêveberiyên herêmî yên BDP'ê gelek girîng e.

'Konferansa rêxistinbûn û plansaziyê ye'

Åžaredara Baglara Amedê Yuksel Baran, daxuyand ku ev konferans konferansa rêxistinbûn û plansaziyeyê. Baran, got ku di rêveberiyên herêmî de ji bo jinan devreya 3'yem e û wiha got: "Jinên kurd niha gihiÅŸtiye asteke gelek girîng. Operasyona ku di 14'ê Nîsanê de pêk hatî li hemberî rêxistina jinan a bi hêz bû."

Serkeftinên mezin pêk anîn

Fatma KaÅŸan, diyar kir ku konferansa piÅŸtî operasyona 14'ê Nîsanê pêk hatî girîng e. KaÅŸan, destnîÅŸan kir ku di rêveberiyên herêmî de jin serkeftineke mezin pêk anî. KaÅŸan, destnîÅŸan kir ku jin hem birêvedibe û hem jî xwe bi rêxistin dike û her wiha jinên kurd dê Rojhilata Navîn re bibe mînak.

Hedefên dê mezin bikin

Delegeya konferansê Yildiz AktaÅŸ jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Tevgera Jinên Kurd li her qadê gotinên xwe yên der barê rêxistinbûna xwaser û demokratîk bîne ziman. Bi rêveberiyên herêmî jin dê demokrasiyê biafirînin. Jinên kurd dê hedefê xwe bêtir mezin bikin. Jinên tirk jî bi saya rêxistinbûna jinên kurd dê azadî û rêxistinbûna xwe xurt bike."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.