Di çarçoveya pîlana 'Balyozê' de, pêr li Tirkiyê, di nava wan de generalên Teqawit jî heyî 49 fermandarên leÅŸkerî hatibûn binçavkirin.
Ji kesên hatin binçavkirin doh 7 ji wan doh piÅŸtî li dozgeriyê îfadey xwe dan, hatin girtin.
Li aliyê din ji bo rewÅŸa derketiye holê binirxîne doh general û oramîralên Tirk tev li biryargeha Fermandariya giÅŸtî lihev kom bûn û civînek lidarxist.
Subay û generalên Tirk yên doh derketin pêÅŸberî dadger û hatin girtin wiha ne: Albayê teqawit Umit Özcan, Tumamiralê teqawit Ali Deniz Kutluk, TuÄŸgeneralê teqawit Mehmet Kaya Varol, Albayê teqawit Ali İhsan ÇavdaroÄŸlu, Tümamiralê ku hê wezîfedar e Cem Ramazan Gürdeniz, Tümamiralê teqawit Özür Karabulut, dîsa TuÄŸamiralê hê li ser wezîfeyê ye Aziz Çakmak .
Kesên mijara gotinê ji ber ku 'li dijî deshilatdariya siyasî, bi rêya ÅŸîdetê plana darbeyê kirine' hatin girtin.
General û fermandarên din yên di bin çavan de jî, anîn edliyê û di van saetan de îfadeyên wan tên girtin.
Li aliyê din Serfermandariya ArtêÅŸa Tirk di malpera xwe ya înternetê de doh daxuyaniyek weÅŸand û diyar kir, ji bo rewÅŸa ciddî ya derketiye holê binirxîne, hemû General û Oramîralên wezîfedar li Biryargeha fermandariyê civînek lidarxistiye.