 Hevseroka BDP'ê Kişanak: Deriyê Xabûrê vekin da ku gel hev hembêz bikin |
|
Heyeta BDP'ê ku ji Hevserokên BDP'ê Selahattîn DemîrtaÅŸ, Gultan KiÅŸanak, parlementer û rêveberên BDP'ê pêk dihat, di ziyareta Åžaredariya Îdirê de ji aliyê hezaran kesî ve hat pêÅŸwazîkirin. Di pêÅŸwazîkirinê de Hevseroka BDP'ê Gultan KiÅŸanak, helwesta meclîsê ya li dijî Koma Çareseriya Demokratîk û AÅŸtiyê ya Sînorê Xabûrê rexne kir û xwest ji bo aÅŸtiyek mayinde Deriyê Xabûrê vekin û rê li pêÅŸiya hembêzkirina gelan vekin.
Hevserokên BDP'ê Gultan KiÅŸanak û Salahattin DemirtaÅŸ, bi boneya Åžaredariya Îdirê ziyaret bikin ji Enqereyê hatin Balafirgeha Merît Melen a Wanê. Hevserok DemîrtaÅŸ û KiÅŸanak, bi def û zurneyan hatin pêÅŸwazîkirin. Di pêÅŸwazîkirinê de Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer, Åžaredarê Wanê Bekîr Kaya û endamê Koma Çareseriya demokratîk û AÅŸtiyê Nurettin Turgut jî di navde gelek kes amade bûn. Hevserokên BDP'ê KiÅŸanak û DemîrtaÅŸ, piÅŸtî hatin pêÅŸwazîkirin bi konvoyekê çûn Îdirê. Heyeta BDP'ê di rêde Åžaredariya Beygiriyê ziyaret kir û bi Åžaredarê Navçeya Beygiriyê Îzzet Çelîk re hatin cem hev. Heyeta BDP'ê piÅŸtî ziyareta Åžaredariya Beygiriyê çûn Îdirê. Heyet, li Îdirê ji aliyê konvoyek mezin ve hatin pêÅŸwazîkirin. Hevserokên BDP'ê piÅŸtî pêÅŸwazîkirinê bi konvoyek mezin çûn ber Åžaredariya Îdirê. Heyet, li ber Åžaredariyê ji aliyê hezaran kesî ve bi slogana "Bijî Serok Apo" hatin pêÅŸwazîkirin. Di ziyaretê polîsan tevdîrên pir mezin girt. Girseya ku di pêÅŸwazîkirinê de bê navber di lehê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de slogan avêt. Li ber Åžaredariyê Hevseroka BDP'ê Gultan KiÅŸanak, axaftinek kir û diyar kir ku ew bi armanca piÅŸtgiriyê bidin Åžaredarê û bi gelê xwe re ÅŸewirmendiyê çêkin. KiÅŸanak, anî ziman ku di hilbijartina 29'ê Adarê de aÅŸtî û biratî bi ser ketiye û wiha got: "Li Îdirê ÅŸaredariya ku 80 sale xizmet ji pergalê re dikir, yekem car ket destê gel. û dest bi xizmetê kir. Lê Hikûmeta AKP'ê ev yek tehamul nekir û kelepçe li destê ÅŸaredar xistin. Lê li gel hemû êrîÅŸan dê gel li vîna xwe xwedî derkeve."
'Divê Deriyê Xaborê bi temamî bê vekirin'
KiÅŸanak, diyar kir ku ew bawer dikin ku dê gelê Idirê bi têkoÅŸîna xwe ÅŸaredarê xwe paÅŸve bînin û wiha got: "Bera xwe bidinê, polîtîkayên înkar û îmhayê yên 80'ê salin didomin bi têkoÅŸîna we winda dibin. Roja em çûne Meclîsê heta niha em dibêjin pirsgirêka kurd dê li meclisê bê çareserkirin. Ji bo vê yekê em israr dikin. Lê îro ev parlemento li meclîsê komên ji Deriyê Sînorê Xabûrê hatin Tirkiyeyê çima nehatin girtin niqaÅŸ dikin. Yanî CHP û MHP dixwazin kesên ji bo aÅŸtiyê hatin bimirin. Em li vir bang li AKP'ê dikin. Heke hun hes bikin vê pirsgirêkê çareser bikin gavên wêrek bavêjin. Werin bi temamî em Deriyê Sînor yê Xaborê vekin û ji bo aÅŸtiyekî mayinde riyê niÅŸna bidin." KiÅŸanak, bal kiÅŸande ser operasyonên di 14'ê nisanê de li hemberî partiya wan tên kiri û lio hember kurdan awayekî alenî siyaseta komkujiyê dikin. KiÅŸanak, anî ziman ku heke ÅŸer bidome tenê kurd ne dê hemû gel winada bikin û xwest ku dest ji polîtîkayên ÅŸer berdin.
Ji gotinên Ocalan hin tiÅŸt hatin jêgirtin
KiÅŸanak, di dawiya gotinên xwe de balkiÅŸand e ser 8'ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan ku li vî welatî ji bo aÅŸtiyek mayînde têkoÅŸînek gelek mezin dide, dibêje 'Heta ku jin azad nebe jiyan jî azad nabe' Belê raste heta ku jin azad nebe civak jî nikare azad bibe. Ez bang li hemû jinan dikim ku 8'ê adarê derkevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman".
DemîrtaÅŸ: Bila sînorên tehemûla vî gelî neyê ceribandin
Hevserok Selahattin DemîrtaÅŸ piÅŸtî KiÅŸanakê mafê axiftinê girt û bertek nîÅŸanê girtina Åžaredar Nurî GuneÅŸ da. DemîrtaÅŸ, bi bîrxist ku dema wan li vir ÅŸaredarî bidest xist wezîrek hikûmetê gotibû "GihiÅŸtin sînorê Ermenîstanê" û ev tiÅŸt li gotinên xwe zêde kir: "Bi vî avayî ÅŸaredariya me wekî armanc dan nîÅŸandan. Eger birêz GuneÅŸ îro di girtîgehê de be ev yek ji ber armanc niÅŸandana Wezîr Cemîl Çîçek e". DemîrtaÅŸ di berdewama axaftina xwede diyar kir ku hatine dawiya sînorê sebrê û wiha axivî: "Eger îro tiÅŸtek hatibe ber sînor, ew jî sînorê sebra vî geli ye. Êdî tu sebra me nemeye. Bila sînorên tehemûla vî gelî neyê ceribandin Werin rûmetê nîÅŸanê daxwazên gelê me bidin. Tu kesî nikariye vî gelî teslîm bigire ma hûn dê bigir".
Lazime siyasetmedarên kurd werin berdan
DemîrtaÅŸ, balkiÅŸand ku ji 14 nîsana sala 2009'an heta niha di navde Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û gelek ÅŸaredar jî heyî hezar 500 siyasetmedarên kurd hatine girtin. DemirtaÅŸ wiha domand: "Li vir bila tu kes behsê hiquqê neke. Ev operasyon bi destê AKP'ê pêk tên. Bi ÅŸiklek zelal ew dixwazin bi rûmeta me bilîzin. Lê bila hemû kes vê yekî baÅŸ bizane ku tu kes nikare bi rûmeta me bilîze" DemîrtaÅŸ, da zanîn ku gelê kurd tenê zimanê xwe dixwaze û destnîÅŸan kir ku divê destê aÅŸtiyê yê ji aliyê kurdan ve hatiye dirêjkirin bê girtin. DemîrtaÅŸ, di dawiya axaftina xwe de roja 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya jinan pîroz kir. PiÅŸtî axavtinan bi hezaran kesan sloganên "Bijî Serok Apo" qêriyan û Hevserokên BDP'ê çûn serdana Åžaredariya Îdirê. Hevserok piÅŸtî serdanan jî ber bi Navçeya Bazidê ya Agiriyê ve rê ketin.
|
|