Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Mon, 01 Mar 2010 05:42:00

Norman Paech: Divê Ocalan ji girtîgehê bê derxistin

Mon, 01 Mar 2010 05:42:00
2.5 / 5 (2 Votes)
Endamê Partiya Çepgir a Elmanyayê Prof. Norman Paech di konferansa Kongreya Civaka Demokratîk ya bi navê "Ceribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" de axivî û diyar kir ku daxwaza kurdan ya xweseriyê wekî serxwebunê hatiye fêmkirin.
Norman Paech: Divê Ocalan ji girtîgehê bê derxistin
Endamê Partiya Çepgir a Elmanyayê Prof. Norman Paech di konferansa Kongreya Civaka Demokratîk ya bi navê "Ceribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" de axivî û diyar kir ku daxwaza kurdan ya xweseriyê wekî serxwebunê hatiye fêmkirin. Paech, anî ziman ku ev tirs ji Împaratoriya Osamaniyan maye û got ku divê PKK ji listeya terorê bê derxistin, alî li ser masê rûnin. Paech, pêÅŸniyar kir ku Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxisin û YE ji bo pirsgirêka kurd raportorekî peywirdar bike.

Kongra Civaka Demokratîk, li Sumerparka Amedê konferansa "Ceribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" li dar dixe. Di roja duyemîn ya konfernasê de bi panela "Di çareseriya pirsgirêka kurd de bertarafkirina polîtîkayên bêçareseriyê û Fêmkirina Pirsgirêka Kurd" dest pê kir. Panela moderatoriya wê Hindekara Zanîngeha Marmara Prof. BuÅŸra Ersanli kir, bi tevlibûna Rojnameger Cengîz Çandar, Parlementerê Partiya Çepgir a Elmanyayê Prof. Norman Paech, Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Parêzer Sezgîn Tanrikulu û ji Projeya Mafên Mirovan a Kurd (KHRP) Rajesh Raî pêk hat. Di panelê de Rojnameger Cengiz Çandar, diyar kir ku sedema bêçareseriya pirsgirêka kurd ew e ku firsetên derketin holê hatine windakirin. Çandar, anî ziman ku divê êdî ev firsatên derdikevin holê neyên windakirin.

'Heke sozên dane kurdan bi cih hatibûna, pirsgirêka kurd dernediket holê'

Çandar, têkîldarî pirsgirêka kurdan wiha got: "Axaftina Ataturk ya di 1921'ê de li Îzmîrê kirî û sozên dane kurdan bi cih hatiban, tiÅŸtên li Lozanê nehatiban jiyîn dibe ku pirsgirka kurd jî neba." Çandar, bal kiÅŸande ser firsatên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derketine holê. Çandar, destniÅŸan kir ku împaratoriya Osamaniyan perçe perçe bû û hate Tirkiyeya iro, jî ber vê yek li Tirkiyeyê paranoya perçekirinê mezin e. Çandar wiha axavî: "Li rojhilatê Firatê çi tê axaftin li rojavayê wê ew nayê axaftin. Wekî du helên cuda. Em di wê astê de ne ku hestên me hatine parçekirin."

Modela herî guncav ya Afrîkaya BaÅŸûr e'

Çandar da zanîn ku bi mînakên roja yekemîn hatine dayîn hemû gelan modela xwe ya azadiyê derxistiye holê û wiha got: "Em dê pirsgirêka kurd bi van rêbazan çareser nekin. Îrlanda balkêÅŸ e lê naÅŸibe Tirkiyeyê. Niha xwestekên kurdan, li Îngilistanê pêk tên. Lê li wir jî nêrîna Tony Blair heye. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pêdivî bi nêrîneke ji ya Tony Blair cudatir heye. Li ÅŸûna Abdullah Ocalan, Murat Karayilan bifikirin, bila Tayip Erdogan jî vê yekê qebûl bike. Ev ne pêkan e." Cengiz Çandar bal kiÅŸand ku modela herî guncav a Afrîkaya BaÅŸûr e û wiha lê zêde kir: "Di rewÅŸeke bêbawerî hebe de, pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê ku li Tirkiyeyê jî ev bawerî bê sazkirin. Divê ku li Tirkiyeyê tirsa piraniya gel û îradeya kêmaran bibe yek. Kurd, bang li dewletê û wî aliyê Firatê dikin. Niha li Tirkiyeyê rewÅŸeke ÅŸîdetê ya ku hatiye normalîzekirin heye. Divê ku êdî Tirkiye bi vê ÅŸîdeta li dijî kurdan re hevrû bibe."

‘Ne tenê PKK, hemû kurd bi terorîstiyê tên sûcdarkirin'

PiÅŸtre Parlamenterê Berê yê Partiya Çepgir a Almanyayê Prof. Norman Paech jî der barê pirsgirêka kurd û xwestekên kurdan de axivî. Peach wiha pê de çû: "Heke pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, Tirkiye nikare bikeve Yekîtiya Ewropayê. Li Tirkiyeyê ne tenê PKK, hemû kurd wekî 'terorîst' tên sûcdarkirin. Tirkiye PKK'ê wekî rêxistineke terorîst destnîÅŸan dike. Lê ev ne rast e. Li herêmê 130 hezar leÅŸker hene. Lê, dema ku ev leÅŸker êrîÅŸê gundan dikin, diÅŸewitînin, talan dikin nayên darizandin."

Hûn nexwazin jî lazim e PKK li ser masê be'

Paech, got, "Em dizanîn PKK'ê êdî xwesteka dewleta serbixwe terikandiyê" û bi lêv kir pêwîst e ev yek ji welatên din re were gotin. Paech di axiftina xwe de anî ziman ku di nav daxwazên PKK'ê de êdî cudabûn tune ye û got: "Daxwaza wan xweserî û nasnameya kurd e." Paech, diyar kir ku Tirkiye têkoÅŸîna kurdan wekî; cudaxwazî û serxwebûnê dibîne û destnîÅŸan kir ku ev tirs ji hilweÅŸîna Osmaniyan tê. Her wiha Paech, got ku lazim e kurd jî van polîtîkayên xwe bi zimanekî zelal bi lêv bike. Paech, da zanîn ku ji bo çereseriya pirsgirêka kurd pêwîst e ku hemû alî werin cem hev û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê hemû hêzên xwe yên siyasî berteraf kirin. Ew ji masê dûr xistin û girtin. DTP girtn û BDP'î jî avêtin girtîgehê. Niha lazim e ji bo vê yekê YE jî perpisyarî bigire ser xwe. Hûn bixwazin nexwazin jî, lazim e PKK bê ser maseyê."

'Divê YE ji bo pirsgirêka kurd raportorekê tayîn bike'

Paech, di berdewama axaftina xwe de balkiÅŸand ser listeya terorê ya Ewropayê û wiha gotinên xwe bi rêz kirin: "Lazim e PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin. Almanyayê PKK xistiye nava lîsteyê. Lê Swêdê nexistiyê ji ber ku cudahiya têgihiÅŸtinê heye, ev cudahî derketiye holê. Ev xeletî lazim e ji holê bê rakirin."

Paech, pirsî ku çima heta niha YE'yê ji bo pirsgirêka kurd çima raportorek tayîn nekiriye û got, "Li Filîstîne raportorê YE'yê heye lê li vir tune ye." Paech, di dawiya axaftina xwe de xwest ji bo çereseriya pirsgirêka kurd di serî de Rebere Gelê Kurd Abudllah Ocalan û hemû girtî bên berdan.

PiÅŸtî Paech, ji Projeya Mafên Mirovan ya Kurd (KHRP) Rajesh Raî, dora axaftinê wergirt û bal kiÅŸand ser hewildanên AKP'ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd. Raî, wiha got: "Devlet bi operasyonên li hemberî BDP'ê dide nîÅŸandan ku ji bo çareseriyê samîmî nîn e."

PiÅŸtî Raî, Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Prz. Zezgin Tanrikulu axivî û piÅŸtî axaftina wî konferans bi pirs û bersivan dewam kir.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.