 'Bila endamên koma aştiyê bên berdan' |
|
Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Bengî Yildiz, diyar kir ku 'Hewldana kurdan' a Hikûmeta AKP'ê, dika ÅŸahoyê ye û wiha got: "Perdeya dawî ya dikê bi girtina endamên Koma AÅŸtiyê re hate girtin." Li Stenbolê jî, polîsan bûyera li Colemêrgê wekî hincet nîÅŸan dan û ji bo çalakî tenê destûra 5 daqîqeyan dan.
ÊLIH
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê, der barê girtina 10 endamên Koma AÅŸtî û Çareseriya Demokratîk de li avahiya bajar civîna çapameniyê pêk anî. Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Bengî Yildiz, Seroka Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî û nûnerên saziyên sivîl jî beÅŸdar bûn. Becerîklî, diyar kir ku ew dê ji bo avakirina aÅŸityê û ji bo têkoÅŸîna wê bihêztir bimeÅŸîn û wiha got: "Em dê çalakiyên ÅŸermezarkirina van girtinan li darxin. Em dê sibê ji ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Êlihê saet di 07:00'an de heta Kolana Gulîstanê meÅŸekê li dar bixin û daxuyaniyekê bidin çapameniyê. Em banga beÅŸdariyê li hemû alîgirên aÅŸtî û demokrasiyêde dikin."
'Serokwezîr di warê çareserkirina pirsgirêkê de ne samîmiye'
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Bengî Yildiz, destnîÅŸan kir ku her tim Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan riya çareseriyê li pêÅŸiya pirsgirêkên Tirkiyê vekiriye û wiha axivî: "Birêz Ocalan înîsiyatîfa xwe bi kar anî û banga hatina koman a ji Qeldîl û Mexmûrê kir. Lê hatina koman nehate hezimkirin." Yildiz, da zanîn ku hikûmet û dewletê xwe li coÅŸa kurdan negirt û wekî "Serkeftina dijminan" nirxandin û wiha dom kir: "PiÅŸtî vê pêÅŸwazîkirinê Serokwezîr got ku 'Ger pêwîst be em dê pêvajoyê biqedînin. Bi vê daxuyaniyê jî raxist ber çavan ku dê pirsgiraka kurd çareser neke û ji bo çareseriyê dê nekeve nava tu hewldanan. Ya rast zarok û siyasetmedarên kurdan herî zêde di dema Hikûmeta AKP'ê de hatine girtin û binçavkirin. Hikîmet û Serokwezîr ji bo çareserkirina pirsgieraka kurd samîmî nêzîk nebûn. Hewldana weke dika ÅŸanoyê bû. Perdeya vê dikê jî bi girtina koman ve hate girtin. Kurdan ji ber dawiya dikên bi vî ÅŸeklî dîtibûn êdî naxwazin temaÅŸe bikin."
SÊRT
Rêxistina BDP'ê ya Misircê jî girtina endamên koma aÅŸtiyê ÅŸermezar kir. Koma li Kuçeya Hunerê hatin cem hev û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Misircê Abdulgafur Kubîlay, Cîgirê Åžaredarê Misircê Çaçan Yorulmaz jî dinav debûn dowîzên, "Destên dirêjî vîna me dibin, bila biÅŸkên", "Ji tecawîza siyasî û fîzîkî re bes e" û "Li vî welatî aÅŸtî kelepçekiriye" hilgirtin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Misircê Abdulgafur Kubîlay daxuyanî xwend. Kubîlay wiha got: "Bi 10 hezaran mirov mirin, bêdelên mezin hatin dayîn. Bi hezaran gund hatin hilweÅŸandin û ÅŸewitandin. Dayikan rondin barandin." Kubîlay, anî ziman ku di 19 cotmeha 2009'an de ji bo pêÅŸiya pêvajoya hatiye xitimîn bê vekirin li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 34 endamên Koma AÅŸtî û Çareseriya Demokratîk hatin û wiha axivî: "Beriya niha çi hatibû serê komên aÅŸtiyê hate serê Koma AÅŸtî û Çareseriya Demokratîk jî û 10 kes hatin girtin."
Kubîlay, da zanîn ku pirsgirêk bi girtina çareser nabe û xwest endamên koma aÅŸtiyê bên berdan. Komê piÅŸtî re jî çalakiya rûniÅŸtinê ya 5 deqîqeyan li dar xist.
ÎZMÎR
Endam û rêveberên BDP'ê yên Îzmirê jî bi heman armancê li ber Sumerbankê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê girtina Endamên Koma AÅŸtî û Çareseriya Demokratîk ÅŸermezar kir. Komê pankarta "Ji aÅŸtiyê re girtin, ji Ergenekonê re tahliye" vekir û dirûÅŸmeyên "ÊrîÅŸ me bêzar nakin", "Destên dirêjî aÅŸtiyê dibin bila biÅŸkên" berz kirin. Kom, ji Bankê heta Rêxistina AKP'ê ya Bajar meÅŸiyan û li wir daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP, SDP û Înîsiyatifa Dayikên AÅŸtiyê amade bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê Yusuf Kaya, daxuyanî xwend û girtina endamên Koma AÅŸtiyê ÅŸermezar kir.
Komê piÅŸtî daxuyaniyê çelenga reÅŸ a "Ji aÅŸtiyê re girtin, ji Ergenokê re taliye" danîn ber deriyê AKP'ê.
WAN
Li Wanê jî girtina 10 endamên Koma AÅŸtiyê bi meÅŸekê hate ÅŸermezarkirin. Girseya Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde li ber avahiya BDP'ê ya Wanê civîyan û heta Kolana Hunerê meÅŸiyan. Komê di meÅŸê de pankarta "Me got aÅŸtî û qasid ÅŸandin. Lê wan got ÅŸer û girtin" vekir û dowizên "Me ji bo aÅŸtiyê muxabat ÅŸandin", "AÅŸtî nayê kelepçekirin", "Em ne operasyonan aÅŸtiyê dixwazin" û "Qaside aÅŸitîyê rûmeta me ne" bilind kirin. Komê bê navber dirûÅŸmeyên "Bijî serok Apo ", "AKP ÅŸaÅŸ nebe berz kir. Li vir rêveberê BDP'ê yê Wanê daxuyanî xwen û helwesta Hikûmeta AKP'ê ÅŸermezar kir.
Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî dest nîÅŸan kir ku ji ber hikûmetê li banga wan guhdar nekiriye her roj xwîn dirje û pevçûn zêde dibe. Uçer, anî ziman ku ligel rijandina xwînê û kuÅŸtinê parlementerên AKP'ê di pêÅŸiya îhale û berjewediyên xwe dene. Uçer, anî ziman ku endamên Koma AÅŸtiyê bi talîmata Erdogan hatine girtin û girtin ÅŸermezar kir.
STENBOL
Li Stenbolê jî Åžaxa ÎHD'ê ya Stenbolê girtina 10 endamên Koma AÅŸtî û Çareseriya Demokratîk ÅŸermezar kir. Komeleyê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û fikarên xwe yên piÅŸtî girtina 10 endamên Koma AÅŸtiyê anîn ziman.
AMED
DîYAR TUHAD-DER'ê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuyanî da û girtina 10 endamên Koma AÅŸtî û Çareseriya Demokratîk ÅŸermezar kir. Di civînê de Serokê DÎYAR TUHAD-DER'ê Nîmetullah Yurek, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ne alîgirê aÅŸtiyê ye û wiha got: "Ger ku AKP alîgirê aÅŸtiyê ba dê operasyon zêde nebûna. Dê komê aÅŸtiyê nehatina girtin.
|
|