 BDP, dê 12'ê îlonê de 'Xweseriya Demokratîk' bixe dengdanê |
|
BDP, li hemberî referandûma guhertinên mekeqanûnê ku boykot dike, dê pakêta xwe ya Xweseriya Demokratîk di 12'ê îlonê de bixe dengdanê. Di pakêta ku "Xweseriya Demokratîk" têde cih digire de tê xwestin ku di ji xeynî maliye, karê derve, parastin û darazê hemû xizmetên din bi destê rêveberiyên heremî û meclîsên heremî ve bên kirin. Her wiha di pakêtê de mijarên perwerdeya bi kurdî û mafê "Reda Wijdanî" jî cih digire.
BDP'ê ji bo referandûma guhertinên makeqanûnê ku ji îro pêde dest bi kampanyaya xwe dike, broÅŸurek ji 20 rûpelan pêk tê amade kir. Di broÅŸurê de helvesta BDP'ê ya di dema nîqaÅŸkirinên guhertina makeqanûnê yên di meclîsê de, nêzîkatiyên AKP'ê û daxwazên BDP'ê cih digirin. BDP dê li gorî vê broÅŸurê xebatên kampanyaya bide meÅŸandin.
'Pakêt li gorî pêdiviya AKP'ê hate amadekirin'
Di broÅŸura ku bi slogana "Li hemberî pineyên AKP'ê mekeqanûna demokratîk, ji bo, li dijî statukoya CHP-MHP'ê guhertina rastî, boykot" hatiye amadekirin de tê gotin ku pakêt li gorî pêdiviya AKP'ê hate amadekirin û ji bo pêÅŸvebirina mafan tu tiÅŸt cih nagire. Di broÅŸurê de têkildarê guhertinên darazê de tê gotin ku dest ji naveroka darazê nayê dayîn. Di broÅŸurê de tê bibîranîn ku hêji nêzî 2 hezar siyasetmedar û ÅŸaredarên kurd hêj girtîne.
'BDP muxatab nehate giritin'
Di broÅŸurê de têkildarî helvesta guhertinên xalên makqanûnê yên li meclîsê de jî hate diyar kirin ku tu pêÅŸniyarên BDP li ber çavan nehatine girtin û BDP wekî muxatab nehatiye dîtin. Her wiha hate destnîÅŸankirin ku daxwazên BDP'ê yên wekî, perwerdeya bi kurdî, guhertina pênasê welatiyê, daxistina sedî 10 a bendava hilbijartinê, mala cemê bila bibe fermî, mafê girev û peymana tomarî ya karmendan, berdana zarok û siyasetmedarên kurd, bicih nehatine.
'PiÅŸtgirtiya vê pakêtê, tunehesibandina xwe ye'
Di broÅŸurê de hate der birîn ku ji ber van tiÅŸtan piÅŸtgirtina vê pakêtê, tunehesibandina xwe ye û wiha hate gotin: "Ji ber ku tu daxwazên me bicih nehatin, ji ber zarokên me yên maxdûrê TMK'ê û siyasetmedarên me nehatin berdan, me jî bi awayekî demokratîk piÅŸtgirî ne da pakêtê.
PêÅŸniyarên ji bo makeqanûnê
BDP'ê di broÅŸura ku bi slogana "Çi qas boykot ew qas azadî" de pêÅŸniyarên xwe wiha rêz kirin: "Divê di destpêka makeqanûnê de bê nivîsin ku "Her kes wek heve". Dîsa bila xala "Komara Tirkiyeyê li ser esasa mafê mirovan, azadî û edeletê hatiye sazkirin û dewletek demokratîk û civakî ye." di makeqanûnê de cih bigire." PêÅŸniyarên BDP'ê dest bi 3 xalên destpêka makeqanûnê yên wekî sirûd, paytext û alê nade û ji bo zimanê fermî jî tê gotin, "Zimanê fermî tirkiye lê hemû kes dikare li gel zimanê fermî di qadên cemawerî û taybet de zimanê zikmakî jî bikarbîne.
PêÅŸniyara bila 'Xweseriya Demokratîk' di makeqanûnê de cih bigire
Di broÅŸurê de hate xwestin ku peÅŸniyara "Xweseriya Demokratîk" di makeqanûnê de cih bigire û wiha hate gotin, "Bila ji bilî maliye, karê derve, parastin û darazê hemû xizmetên din bi destê rêveberiyên heremî û meclîsên heremî ve bên kirin." Projeya "Xweseriya Demokratîk" di broÅŸurê de berfirehî tê vegotin. Her wiha di pakêtê de mijarên perwerdeya bi kurdî û mafê "Reda Wijdanî" jî cih digire.
|
|