 Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweşxaneyê |
|
Kurdên li Taxa Åževket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê yên li Dortyol û Înegolê ÅŸermezarkirin, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di mudaxeleyê de 4 kes ji ber bombeya gazê jehrînî bûn û kesek jî bi guleya plastîk birîndar bû. 7 kesên ji Malbata Ertem ji ber bombeya gazê kete mala wan jahrînî bûn.
Bûyerên li Taxa Åževket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi dawî nabûn. Åževê din ji bi armanca ÅŸermezarkirina bûyerên lîncê yên li dijî kurdên li Dortyol û Înegolê çalakî li dar xistin û rastî mudaxeleya polîsan hat, bûyeran heta dereng ÅŸevê domiya. NîÅŸtecihên taxê ji ber ku polîsan zêde bombeyên gazê bikar anîn bertek nîÅŸanî polîsan dan û heta qereqola polîsan meÅŸiyan. Polîsên bi bombeyên gazê êrîÅŸî komê kir û welatiyên bi navê Åžukru Eren, Ekrem Hazar, Vadulah Çinar û Botan Eren birîndar bûn û welatiyê bi navê Abdulcebar Durduran jî bi guleya plastîk birîndarbû û rakirin nexweÅŸxaneyê. Hate zanîn ku rewÅŸa birîndaran baÅŸ e.
'Kêm mabû ku mala me bi ÅŸewite'
Polîsan ÅŸevedin saet di 01.30'an de bombeya gazê avête mala Malbata Ertem û zarokên bi navê Kader, Kadîr, Kiymet, Kerîm û Kenan ji ber bombeya gazê jehrînî bûn û rakirin nexweÅŸxaneyê. Li aliyê din mal ji ber bombeya gazê talukaya ÅŸewatê derbas kir. Welatiya bi navê AyÅŸe Ertem, diyar kir ku nikarin bi awayekî rihet li mal xwe rakevin û wiha got: "Dema ku zarokên me raketîbûn me dît ku bombeya gazê ket nava malê û teqiya. Ez rabûm min derê vekir. Ez derketim û gel hat zarokên min ji malê derxistin. Polîsan bombeya gazê avête malê. Me zarokên xwe birin nexweÅŸxaneyê. Em heta saet 05.00'an li nexweÅŸxaneyê man. Heke cîranên min neban dê zarokên min hemû jehrînî bibûna. Hindik ma bû ku mal bi ÅŸewite."
'Doktor, got ku 'heke hûn gîliyê nekin ez dê raporê bidim we'
Hiznî Etem jî diyar kir ku ew dê serî li dozgeriyê bidin û wiha got: "Ez raketibûm. Saet di 01.30'an de bombeya gazê avêtin malê. Li kolanê tu kes tunebû. Ez li ser hiÅŸên xwe çûm û heta serê sibê li nexweÅŸxaneyê mam. Doktor got ku 'heke hûn gîlî nekin ez dê raporê bidim we'. Me jî got em dê gilî bikin. Gotin me 'Hûn giliya xwe li dozgeriyê bikin em dê raporê ji dozgeriyê re biÅŸînin.'"
Malbata Ertem serî li Åžaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê da û alîkariya hiquqî xest.
|
|