Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Sun, 28 Feb 2010 05:20:00

Prz. Keskîn: Şîdeta zayendî, li kurdistane wekî polîtîkaya şer pêk tê

Sun, 28 Feb 2010 05:20:00
3 / 5 (3 Votes)
Parazvana mafên mirovan Prz. Eren Keskîn, di panela bi navê "Feminizm, jin, tundî û cewsandin" de diyar kir ku hemû jinên tên binçavkirin rastî tecawiza zayendî tên û wiha got: "Li Kurdistanê tundiya zayendî wekî polîtîkaya şer tê bikar anîn."
Prz. Keskîn: Şîdeta zayendî, li kurdistane wekî polîtîkaya şer pêk tê
Parazvana mafên mirovan Prz. Eren Keskîn, di panela bi navê "Feminizm, jin, tundî û cewsandin" de diyar kir ku hemû jinên tên binçavkirin rastî tecawiza zayendî tên û wiha got: "Li Kurdistanê tundiya zayendî wekî polîtîkaya ÅŸer tê bikar anîn."

Åžaxa Egîtîm Sen'ê ya Qoserê li Navenda Tenduristiya Zarokan a Qoserê panela bi navê "Feminizm, jin, tundî û cewsandin" pêk anî. Di panelê de panelîst Prz. Eren Keskîn, Wekîla Åžaredara Qoserê Åžerîfe Alp, Serokê Åžaxa Egîtîm Sen'ê ya Qoserê Aslan Oner, Midûrê Navenda Perwerdehiya Pir Armanç Nurullah Tunç û gelek kesên din amade bûn. Prz. Eren Keskîn, di panelê de axivî û diyar kir ku hemû jin di hemû qadên jiyanê de rastî tundiyên cuda tên.

'Kesên rastî îÅŸkenceya zayendî dihatin ev îÅŸkence vediÅŸartin'

Keskîn, destnîÅŸan kir ku gelek çaran ÅŸîdeta li dijî jinê pêk dihat bi dizî dihat kirin û wiha got: "Ev 22 sale ez parêzeriyê dikim. Di vê pêvajoyê de ez gelek çaran ketim dozên siyasî. Di van dozan de gelek jê dozên siyasî yên kurdan bûn. Gelek kesên dihatin binçavkirin rastî îÅŸkenceyên lêdan, kijandina neynûk, asqiya fîlîstînî, ava ÅŸid û sar û hwd. Ji bilî van îÅŸkenceyan hin rêbazên îÅŸkenceya ku nedihat gotin hebûn û her tim veÅŸarî dihatin hiÅŸtin. Jinên ku di îÅŸkenceyê de rastî tecawizê dihatin, qet qala vê îÅŸkenceyê nedikirin. Hemû jinên ku dihatin binçavkirin rastî tacîza zayendî dihatin. Hin kes jî rastî tecawizê dihatin."

'KuÅŸtinên namûsê li her dera Tirkiyeyê pêk tê'

Keskîn, bal kiÅŸand ser polîtîkaya îÅŸkence û tundiya zayendî ya li dijî jinê û wiha dom kir: "ÎÅŸkence û tecawiza zayendî li Kurdistanê wekî polîtîkaya ÅŸer tê bikaranîn. Tevgêra kurd ev polîtîkayên li ser kurdan tên meÅŸandin tev defîÅŸre kir. Ji ber nasnameya kurd gelek jinên kurd rastî ÅŸîdeta zayendî hatin. Li aliyê din kuÅŸtinên namûsê tenê li Kurdistanê pêk nayên, li hemû deverên Tirkiyeyê pêk tên. Hûn biçin kîjan Dadgehên Cezayê Giran ev doz tên dîtin."

Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.