Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Wed, 21 Jul 2010 03:15:00

Endamên Koma Aştiyê ji bo îltîcayê serî nûneriya NY'ê ya Mexmûrê dan

Wed, 21 Jul 2010 03:15:00
Endamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk, diyar kirin ku ji bo pêşandana hikumetê ya tîyatral û polîtîkayên hikumetê yên heyî protesto bikin hatine Mexmûrê û ji bo îltîcayê serî li nûnertiya NY'ê ya Mexmûrê dan.
Endamên Koma Aştiyê ji bo îltîcayê serî nûneriya NY'ê ya Mexmûrê dan
Endamên Koma AÅŸtî û Çareseriya Demokratîk, diyar kirin ku ji bo pêÅŸandana hikumetê ya tîyatral û polîtîkayên hikumetê yên heyî protesto bikin hatine Mexmûrê û ji bo îltîcayê serî li nûnertiya NY'ê ya Mexmûrê dan. Qasidên AÅŸtiyê diyar kirin ku ger serîlêdana wan ya îltîcayê bê pejirandin dê xebatên xwe yên aÅŸtiyê li Mexmûrê bidomînin. Komê gotinên Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn samîmî nedîtin û gotin: "Dema em li wir bûn rayedarên hikumetê nedixwestin bi me re hevdîtinê çêkin û gotinên bi vî rengî jî xapandin in."

Endamên Koma Çareseriya Demokratîk û AÅŸtiyê ku li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çûbun Tirkiyeyê û ji ber doz û pêkutiyan dîsa vegeriyabûn Maxmûrê, nêrînên xwe ji DÎHA'yê re vegotin.

Gulbahar Çîçekçî: Dema mirov li pêvajoya beriya 19'ê cotmehê dinêre li Tirkiyeyê xitimandineke cidî hebû. Hewldanên kurdan yên ji bo aÅŸtiyê ya 18 salan nedîtin, agirbesta 13'ê nîsanê nedîtin, li ser navê 'pêÅŸîlêvekirin' pêvajoyek dabûn destpêkirin û îdîadikirin ku dixwazin aÅŸtiyê bikin lê PKK nahêle. Di 9'ê cotmehê de Serokatiya me pêvajoya heyî nirxand li dijî hemû operasyonên siyasî û leÅŸkerî li Qendîl, Mexmûr û Ewropayê banga hatina komên aÅŸtiyê kir. Hatina komên aÅŸtiyê wekî cerebeya testekî bû. Dê ji aliyekî ve girêdana gel û gerîla ya ji bo Serokatiyê û ji aliyê din jî dê samîmiyeta hikumetê ya pêÅŸîlêvekirina demokratîk bida xuyakirin. Ji ber pêÅŸwazikirinên li Sîlopiyê heta Amedê hikumetê bêtehemuliya xwe da nîÅŸandan. Vê yekê da nîÅŸandan ku hikumet samîmî nîne. Lê li dijî hemû tiÅŸtî me xebatên xwe di eksena çareserî û aÅŸtiyê de domandin. Ji bo komê ji ber axaftinan gelek doz hatin vekirin. Li Xaburê savciyên ku em serbest berdan îcar jî ji bo hevalên me 490 sal dixwestin. Di encama vê de di 17'ê hezîranê de 10 hevalên me hatin girtin.

'Me nexwest em bên cihê ku gotin biqede'

PiÅŸtî ku 10 hevalên me hatin girtin me nirxandina 8 mehan kir. Çawa ku Serokatiya me pêvajo nirxand û got 'Ez ji 31'ê gulanê vedikiÅŸim, ez di pêvajoya 3'emîn ango pêvajoya aÅŸtiyê de dimînim', em jî dibêjin ku em di xeta aÅŸtiyê ya serokatiya xwe de disekinin. Ji ber vê yekê em koma ku li Qendilê hatibûn em hatin Mexmûrê. Wekî tê zanîn Mexmûr wargeheke sivîl û di bin kontrola NY'ê de ye. Biryara vegerê dayîn bêguman zor bû. Pir aÅŸkera ye ku sedemên derketina me çiyê û çêbûna Mexmûrê ji holê ranebûn û ÅŸert û merc girantir bûn. Åžewitandina gundan, faîlî meçhûl, astengiyên li pêÅŸiya siyasetê, astengiyên ji boz iman, nasname, ramanê û her wiha komkujiya çandî û siyasî her diçe zêdetir dibe. Ji ber vê yekê me biryar da ku em beÅŸdarî doza 24'ê kanûnê nabin. Ji ber ku ji bilî hevalên girtî ger ev hevalên me jî bên girtin ji aÅŸtî û demokrasiyê re tu feydeya wê nîn e. Ger endamên komê yên din jî bihatina girtin wê demê wekî ku serfermendarê giÅŸtî yê Tirkiyeyê jî gotibû 'cihê ku gotin biqede' wê demê emê bihatinê û ev jî tê wateya kaosê. Ji bo aÅŸtiyê gotinên me hene û em di wê baweriyê dene ku bila cihê çek pêÅŸiya diyalog û muzakereyan bê vekirin. Em hê jî li ser vê esase ji bo aÅŸtiyê hê jî hêviyên me hene. Her wiha ji bo ku em pêÅŸandana Cezayên Giran ya tiyatral û polîtîkayên heyî yên hikumetê protest bikin hatin kampa penaberan a Mexmûrê. Ger serlêdana me ya penaberiyê bê qebulkirin emê xebatên xwe li vir bimeÅŸînin. Ger li Tirkiyeyê derfetên xebatên bên afirandin emê biçin li wir dîsa xebatên xwe bidomînin. Roja em hatin Wezîrê Dadê got 'xwezî neçûna û xebatên xwe li vir bidomandina'. Lê em 9 mehan li wir man tu rayedarekî hikumetê daxwaza me hevdîtinê qebûl nekir."

Vîleyat Yakut: Dema em çûn hikumetê behsa pêÅŸîlêvekirina kurd dikir. Me xwest li ser daxwaza serokatiya xwe û ji bo pêÅŸxistina pêvajoyê em j îtiÅŸtekî bikin. Me dixwest di mijara çûyîna me de hikumet samîmî be. Lê di demek e kurt de me dît ku ne wisa ye. Gotin televîzyona kurdî hatiye vekirin, zextên li ser zimanê kurdî bi dawî bûne lê ne wisa ye. Ji berk u girtina me xizmeta aÅŸtiyê nake û poÅŸmaniyê li ser me ferz dikin me biryar da ku em xebata xwe ya aÅŸtiyê li Mexmûrê bidomînin.

Saît Sedal: Em ji bo aÅŸtiyê çûn. Di nav me de malbat û zarokên biçûk jî hebûn. PiÅŸtî em çûn gotin 34 terorîst hatine. Cem me zarokekî 10 mehî hebû ew jî wekî terorîst dan nîÅŸandan. Em 9 mehan li wir man lê tu kesî destê me yê aÅŸtiyê negirt. Nexwestin aÅŸtiyê fêmbikin. Rastiya gelê kurd re rû bi rû man lê nexwestin fêmbikin. Me got em qasidên aÅŸtiyê ne lê tu hewldana hikumetê çênebû. QaÅŸo ji bo kesên ku li Mexmurê vegerin li Sîlopiyê avahî didan çêkirin lê tenezul nedikirin bi me re hevdîtin çêkin. 3 xwendekarên me wekî xwendekar qebul nekirin lê gelo dê çawa 3 hezar xwendakarî qebul bikin. Di ÅŸertên heyî de ne li wir mayîna me mimkun bû ne jî vegera kesên din mimkun bû.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Di meha tebaxê de 34 jin hatin »  Di meha tebaxê de 34 jin hatin

Li Tirkiyeyê her diçe hejmara jinên ku tên qetilkirin zêde dibin. Di meha tebaxê de 34 jin ji...

Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate AÅŸtiyê' »  Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate...

Li Colemêrgê, ji aliyê 43 rêxistinên sivîl yên civakî ku endamên Platforma Demokrasiyê ya...

DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ hikûmet e »  DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ...

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Nurettîn...

Xebatên 'Eniya Boykotê' didome »  Xebatên 'Eniya Boykotê' didome

Xabatên boykotkirina referandûma 12'ê îlonê ya "Eniya Boykotê ya Kedkar û...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê hezaran kesan ve hate veÅŸartin »  Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Fesîh Ozkurt (Bawer Mûş) ê ku li di pevçûna li Çiyayê Tendûrekê...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.