Li Navçeya Şemzînanê bi armanca şermezarkirina bûyerên linckirinê yên li Navçeya Înegol ya Bursayê û Navçeya Dortyolê ya Hatayê yên li hemberî kurdan, meşek hate lidarxistin.
Li Şemzinanê polîsan mudaxale li girseyê kir
Li Navçeya Åžemzînanê bi armanca ÅŸermezarkirina bûyerên linckirinê yên li Navçeya Înegol ya Bursayê û Navçeya Dortyolê ya Hatayê yên li hemberî kurdan, meÅŸek hate lidarxistin. Di dema meÅŸê de polîsan bi bombeyên gazê û ava ÅŸid mudaxale li çalakwanan kir. Li navçeyê dikandaran jî bi heman armancê dikanên xwe venekirin û piÅŸtgirî dan çalakiyê.
Li Åžemzînanê bi hezaran kes, bi boneya ÅŸermezarkirina pêkanînên li dijî cenazeyên endamên HPG'ê û lînckirinên li dijî kurdan yên li Înegol û Dortyolê li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li Navçeyê dikandaran jî dikanên xwe venekirin û piÅŸtgirî dan girseyê. Åžaredarê Åžemzînanê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî tevli çalakiyê bûn. Girseya qelebalix heta daketina navçeyê meÅŸiyan. Nûnerê MEYADER'ê Ramazan Sever, li ser navê girseyê daxuyanî xwend û anî ziman ku Hikûmeta AKP ji bo çareseriyê tunekirina kurdan wekî rêbaz ji xwe re diyar kiriye. Sever got ku kurd tu carê li hemberî van pêkanînan serî natewînin û dê heta dawiyê li berxwe bidin. PiÅŸtî daxuyaniyê girse ber bi navenda navçeyê ve meÅŸiya. Polîsan jî bi bombeyên gazê û ava ÅŸid mudaxale li girseyê kir û pevçûn derket. Li hemberî êrîÅŸa polîsan ciwanan barîkat danîn agir pêxistin, û bi slogan û keviran bersiv dan polîsan.